dezanim to xełîfey berḧeqî

bo xełîfe ’ubeydîllay îndirqaş
From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  513 views
ey cenabî şêx dezanim to xełîfey berḧeqî
wek dełên şexsêkî saḧîb îḧtiram û řewneqî
dengî zîkir û xetim û tehlîlit fezay piř kirduwe
zelzeley xistote xeymey bê sitûnî ezreqî
aferîn sed aferîn bo ẍîret û bo hîmmetit
to ke meḧsûrî le çwar lawe ke çepłet lê teqî
ba wicûdî em hemû ḧemle û fişar û gurgeřaw
merkezit xałî nekird wek şêr le meydanê çeqî
ba le beynî xom û xotda pêt biłêm ’îllet çi bû
bext û îqbałit se’îde gerçî boxoşt şeqî
mewqi’î sułḧ û sefaye ba şitêkit pê biłêm
nabê ’aciz bî le ḧeq, ger to le ser řêgey ḧeqî
gerçî dewłetmend û saḧîb pûł û pare û serwetî
malîkî gamêş û mêş û gwêdrêj û gwêleqî
her le wiştir ta degate kawiř û gîsk û fiřûc
dête ber destit hemû řojê be mifte û bêḧeqî
تەأْkulu ma teştehyey, telbesu mîmّەا teşa’
mîn ḧerîrٍ na’îmٍ اەû sundusٍ ûەاْsitebْreqî(2)
gerçî feřzen cumle exlaqit hemû ça bê welî
dûr le to ya şêx kemê nadan û nextê eḧmeqî
to wekû mêwî legeł eşxasî bê şerim û edeb
bo edîbêkî wekû min boçî wa sext û řeqî
bo debê to bom binêrî yek ’ebay kon û řizîw
ta minîş mecbûr bibim ’erizit bikem to leqleqî
dewłet û małî hewayî mîslî małî şîrkete
’alemêk têyda şerîke, to netenya zîḧeqî
min be emir û xwahîşî yek seyîdî saḧîb şeref
beḧsî to nakem egerçî musteḧeqiq û elyeqî
toş debê yek xel’etî şayste bo ḧeqqussikût
ya binêrî ya biřoy bo mendelî û bo xaneqî
xizmetî eşxasî «şa’îr»lazme ’eqiłit bibê
aynّehum کەالسّemّy qetّalٌ lîmenْ la yetّeqîyArabic