ḧizûrî ḧezretî qazî

From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  542 views
le em řojaneda çûme ḧizûrî ḧezretî qazî
çi qazî qazyêkî wa hemû xełkî le des řazî
ke çûm dîtim ’imûmî ehlî ceyş û tîp û erkanî
leser řû řengî bêřengî leser lêw tozî bêwazî
gutim ya řebbî em ewza’e boçî wa perêşane
wefatî neqde ya xo mis’eley meşmûl û serbazî
le katêkda ke ẍewwasî xeyał bo gewherî ḧîkmet
desûřawe le mewcî beḧrî lutif û nukteperdazî
ser û kelley semawer hate jûr û zû mubeddel bû
sikut û ẍem be xende û pêkenîn û suḧbet û bazî
demaẍ û meẍiz û teb’im mest û mexmûr û mu’etter bû
wekû bulbul be guł, ḧafiz be meḧbûbanî şîrazî
le ’îşqî şehd û şekker hate mentîq tûtîy teb’im
şirû’î kird be nezmî farsî û kurdî û tazî
gutim ey yarî bê’ehd û wefa ey şahîdî ře’na
wicûdî nazenînit baysî fexir û ser’efrazî
be ’etir û tam û bon û řengî le’lî sûřet û terkîb
qeşeng û diłřuba û diłber û mexsûs û mumtazî
heta to bûy ’ezîzim cem’î ’alem mewqi’êkî bû
le şadî û hełpeřînda bûn û bezim û řeqis û řimbazî
ewêsta bûye ’enqa wek teła meḧbûb û nayabî
şiksitit da be neqid û pûł û pare û řûpye û ẍazî
le ser çî řoyî? boçî řoy le em êrane wêrane
meqam û menziłit kirde ’êraq û řûs û qefqazî
mîsalêkî seḧîḧe ta ke tiryakî ’êraqî dê
debê bimrê gezîdey ’eqreb û ceřřařî ehwazî
cewabî da gutî meyřêse îtir «şa’îr»y mahîr
bese des hełgire zor ’eybe hemmazî û ẍemmazî
kesêkî ḧezretî qazî mu’în û yar û yawer bê
çi bakêkî heye şekker bibête ser be ser ẍazî
’ilî a’da’e qul demّere alilّehumّe tidmîraArabic
we اەهلیکهûمArabic be ḧeqiq û ḧurmetî qur’an û î’cazî