hezar efsûn û cadûy pêwe awîzane em řîşe

hecwî ḧemey westa fetaḧ
From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 1 minutes  3068 views
hezar efsûn û cadûy pêwe awîzane em řîşe
’îlacî ger bibê ya gûze ya gwêzane em řîşe
be teḧrîkî tełêkî sed hezar nefsî bekuştin da
ře’îsî ḧîlekaran şay qumarbazane em řîşe
be bay seřseř le şwên xoy nacmê řîşî emend sexte
be bê ḧîkmet nîye ger car becar lerzane em řîşe
bezahîr safe wek zîwî sipî, emma le batînda
řeş û pîs muluwes wek binî qazane em řîşe
be mekirî emřetênê ḧezbika her lêre ta mukirî
penahim dey xudaya xawenî zorzane em řîşe
ke seyrim kird dezanim şêx le min mesrûre ya’aciz
ḧemey westa fetaḧPerson bo ḧałî min mîzane em řîşe
hezar hewsar û desbend û gurîsî lê dirust ekirê
besed batman xurî ger bîkřî herzane em řîşe