bo çiley awat
From the Book:
Şarî Diɫ
By:
سەید عەبدولقادر سەیادەت (سەیید)
1 minutes
793 views
kake le dway to nema tîn û giř û hanawekem!
hêndem esrîn řiştuwe somay nemawe çawekem
sard û germî řojgarim min ke zor dîwe bełam
qet nebû wek ahî serd û cerge hełqirçawekem
min ewendem jîn dewê bê to ke bo to şîn bikem
gerne jînim jane bê to mirdine jînawekem
řoj be řoj zyatir debê esrînî çaw gerçî debû
awî kanyawî wişk bê çun nema serçawekem
bo çilet çil sał eger mawem bibê şêwen bikem
êste her derd û pejarem zortire ta mawekem
basî dił emřoke çaw be zimanî esrîn pêm dełê
bûne awêney derûn çaw û dił û zarawekem
«kamîlPerson» ey şaswarî meydanî edeb! kê bê biłê
go le meydan derdekem emnîş eger bê bawekem
kes nîye emřo le dway to lêm bipirsê daxuda
çî be ser hat yare lêqewmawe dił sûtawekem?
arezûy dîdarî to kewte qyamet «kamîlPersona»!
zû be «awat»y dega «seyîdPen name»! diłe sûtawekem