bo wefatî awat

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
حەقیقی
 2 minutes  667 views
kamîl! awiř dewe, biřwane diłim
taw û tînî dił û cergî le kułim
şest û ḧewt sałî řefîqî yek bûyn
hawdem û dostî ḧeqîqî yek bûyn
nêşî dûr bûnewe êşî zore
teşenî kirduwe ew nasore
le xemit cerg û diłî lale, řeşe
kam gułêkî geşe, bot ser be heşe
xunçeguł nayete ser lêwî bize
boye bulbul wekû min mat û kize
xasekew taze le kwê dexwênê
be diłî piř le pejare û xwênê?
dił le dił deygut û nałî û girya
koçî min ba lebrî to, birya
be giřî awrî xemit dił dekułê
çawekan jînewe aw hełdequłê
kêw û kej mat û kiz û bê hoşe
şew syapoşe, kewî xamoşe
payîze û katî gełařêzane
sefere û des lemil awêzane
serî kêwan beteme û hewr û heła
dewerênê kizeba, zerdegeła
şewe fermûte qełay mêrdane
le nedînit sił û sergerdane
ey çi daxêkî giran bû koçit
çi birînêkî bejan bû koçit
daxekem bo diłekey germuguřit
ax le destî giłekey meylbiřit
guł çi qewmawe kewa bê řenge
bulbulî baẍî edeb bê denge
derdî dûrît ser û samanî nîye
kułî ew jêr giłe amanî nîye
ger le paş to hemû řoj awa bûn
kake! ey çone qyamet řabûn?
xem diłî girtim û çaw bê nûre
çaw û dił zîz û kizin bimbûre
kořî şê’rane were nêw yaran
dostan cemin û neyaran taran
le xewê heste biřo řawekewê
wextî xewtin nîye heste le xewê
to benêwbangî be mîwandarî
lakewe, lamede, to û ḧaşarî?
espî bext ewdeme hatî to bû
şa be xo û fîlewe matî to bû
kes le pişt espî emel danebezî
ta bibînê le ecelda nebezî
gyane ger fanîye dinyay dîman
jînî hermaneye dinyay dîman
řoḧî pakit ke le nêw çakane
bo minîş řenge bika pakane
katî mirdin ke hemû deyçêjin
le pena towe dełêm bimnêjin
ta biłên herkesê bo fatîḧe hat
pêkewen gořî «ḧeqîqîPen name» û «awatPerson»