wełamî sware êlxanîzade bo awat

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  558 views
namekey namî ke ḧakî lutfî serşar bû geyî
şê’rî řêkit merhemî qelbî birîndar bû geyî
darî piř berg û liqî dił zerd û zar û wişk û řût
şê’rî awdarî cenabit awî cobar bû geyî
bo minî bedbext û bêçare û zelîl û piř le ẍem
nameket deskêk gułî bonxoş û bê xar bû geyî
wasîtey qasîd le wextî fikir û endêşe û xeyał
kaẍezit bo min çekîdey fikirî eḧrar bû geyî
lutfî bê ḧedid û ḧîsabit quwetî îxlasme
şê’rekanit ba’îsî firmêskî xwênbar bû geyî
min wekû ḧezret le şê’ra «kamîlPen name» û bê ’eyb nîm
şê’rî bê ’eybit ke mayey ’ucbî ḧuzzar bû geyî