wełamî şê’rî aẍa seyd qadrî seyadet

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  538 views
bo wełam honer dełê: min qametî yarim dewê
yarî zana û şox û şeng, xoş kar û řeftarim dewê
namewê wek bûkî şaran xo biřazênêtewe
bê ber û bermûr û bazin, yarî sakarim dewê
herwekû lawlaw nepşikûtû, wekû bûkî bext
diłberî bałabłinid, şîrîn û ’eyyarim dewê
zulfekey gestûmî wek dûpşikî řeş, bew ḧałewe
bejin û bała û lar û lence û zulfî řeşmarim dewê
ger nexoş bim bête lam pêm xoşe, ba her kewtibim
řoj û şew dawa dekem min: gyanî bîmarim dewê
gyan be ’eşqî yar nesûtê, ser le řêy wîda neçê
her dû defroşim be pûłêk û xerîdarim dewê
kakî «awat»! hełgire destit le şê’ir û bendubaw
to ke pîr bûy her biłê: min řeḧmî dadarim dewê