bo miḧemedsałḧ îbrahîmî (şepol)

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  714 views
şepol be namet «awat» jyawe
girêy çendisałey diłî kirawe
şepolî jîn bû, ya řêjney baran?
ya şine û kizey meylekey yaran?
ya bonî xoşî gułî beharan
nesîm hênawye le kohsaran?
baranî ewsał be emrî barî
hemû řeḧmet bû bo kurdewarî
neřzê ew destey namey nûsîwe
«awatPen name» serberze ke lêt pirsîwe