qaremanî nebezî kurdistan

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  541 views
qaremanî nebezî kurdistan
ne hedadanî hebû qet, ne wiçan
nebezîy û netezîy û nekewt
ne weřez bû, ne sirewt û ne xewt
tawekû girtye baweş perçem
perçemî dujminî her zor û sitem
xałe ew şexse dezanî kêye?
perçemî řojî necatî pêye?
wek dełên řołeyî barzane yeqîn
bo hemû derdî me dermane be tîn
hele hel, katî xebate, gelî kurd!
dujminî kurd be hele gerdinî wird
to nebî, kurd le hemû cê peste
deyxene sûreqeła des beste
lewê nînokî hemû derdênin
ser û destî hemû têk deşkênin
way le řûḧîye deden ta demrê
serî nebzêwê bewey lêy dekirê