geskekołe

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  497 views
herçende řizîw û geskekołem
amadeyî dest û mist û tołem
bow cûte şehîde nocwane
bow cûte nemamî nîştimane
şerte be dił û be řoḧ bikoşim
baş kokemewe ḧewas û hoşim
ta tołe le dujminû nesênim
cerg û diłî pîsî dernehênim,
nabê be jyanî xom neşem bê
yane be gułî behar geşem bê
ew jîne çi jîne? destibesraw
xembar û esîr û řołekujraw
ew xwêne kewa řija le bokan
mawe le xeyał û bîrî hemwan
desgayêke xwênî ême demjê
napyawêke xwên deřêjê, dekujê
xoy şardewe wek cinoke lêman
ta bigrê dûbare řêge pêman
em care diłî gele birîndar
degirin hemû řêge lew be yekcar
herwek segî diz le kun xizawe
her bêteder ew sege giławe
dekirê şequpeq le ser xyaban
destênnewe lêy cezayî tawan
boçî beşî ême lem cîhane
lew pane û berîne her duwane?
ya řiştinî xwênman le meydan
ya birdinman be çałî zîndan
şîqqî sê eger le ême qate
bome sê xebate řêy necate