řojî hestan

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  578 views
řojî hestan û řapeřîne werin!
mafî xotan be kurdî werbigrin
êste şayîm ewa le dił degeřê
be bira kurdekanî xwar û serê
gyanî xoyan bext deken bepele
bang deken werne pêşê, řojî hele
xałe! kêwî biłindî řizgarî
bot beyan kem be kurdî asarî
sext û hełdêr û nalebar û çiře
piř le hewraz û çał û çoł û xiře
kurde gyan! serkewe be çingekře
serbexoyî be xwênî xot bikře
twêxî destit biła hemû laçê
şaneberd ba nînokit hełpaçê
ewkeřet nêwî to le meydane
pêt dełên qaremanî tengane
temenî min le sałî sî û dû bû
agirî serbexoyî gel hełbû
nekujawe geyşte ḧefta sał
temenim ey ’ezîzî kîj û kał!
êstekeş wa dezanim her lawim
her le ser bîr û baweřim mawim
ya be awatî xomewe demirim
yane awat le baweşim degirim
wa mezanin miroyekî sadem
bo şeřuşûř hemîşe amadem
min le jêr çawedêrî pyawêkda
pêgeyştûm, debê biřom herwa
pêy defermûm: metirse bo pêşê
çekî dujmin birînî nayêşê
nabřê tîẍî kołî dujminî gel
qet metirse û mede le des xo hel
êste hełkewtuwe, deřom be pele
deykeme gomî xwên û dême mele
nabê tirsim hebê le kuştinî xom
her be řêgey ewa deřom û deřom
«kamîlPen name»m min le řêy xebatî kurd
gyanî xom bext ekem be destubird