sitayşî pêẍember

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  1073 views
ey xudawendî asman û zemîn!
san’î řoj û şew, meh û perwîn!
řazqî mar û mûr û çak û xirap!
xalîqî sunbul û guł û nesrîn!
be nesîmî beharî, miłkî xot
kirduwe sewz û sûr û kesk û şîn
bo minîş ey xuday ’ezzewecel!
řeḧmetê; zor feqîrim û miskîn
xo minîş ’ebdî to û le mułkî tom
musteḧeqqim be ’efwî to, be yeqîn
herçî hem gerçî zor xirapîşim
em wite xoşeme dełêm amîn
sed hezaran teḧîyet û selewat
bo miḧemmed, şefî’î řojî necat
ey «şifî’ alamim!Arabic» çi xoş leqebî!
çi be’ezim û wîqar û ba’edebî!
xawenî ’îlim û ḧîlim û ’eqił û kemał
fexrî ’urb û ’ecem, çi muntexebî!
hełbijêrawî řaspardanî
xoşewîst û lepêştiran le nebî
to le neslî ’ereb zihûrit kird
aşkira bû fezîletî ’erebî
herkesêkî kewa senagote
teř û parawe tebi’ û zar û lebî
hatîfê bang deka: binêre be dił
to ke pyawêkî çak û dîn tełebî
sed hezaran teḧîyet û selewat
bo miḧemmed, şefî’î řojî necat
ey be nûrî cemałî řûy zîbat!
piř le şewq û zewq, le ser ta pat!
yek le yek řêkupêktire bedenit
yek le yek bonî xoştire e’zat
ey şehî mułkî cûd û xwanî kerem!
«bermekî» şermesar le bezil û sexat
xoşewîstî xuday ’ezzewecel
řênma û destigîrî řojî memat
ey şefî’î hemû seẍîr û kebîr!
xawenî feyz û řeḧmet û berekat
qasîdê bang deka: binêre be dił
bo yekesware cwanekey ’eresat
sed hezaran teḧîyet û selewat
bo miḧemmed, şefî’î řojî necat
ew şewî ḧew semat hemû tey kird
meřkebî swarekanî dît pey kird
çerxî gerdûn hezar gone gepî
be sikender, be bezmekey key kird
çûye cêyek ke cubre’îlî emîn
kewte lerzîn, geřawe, tobey kird
bo pezîrayî gułistanî îrem
emrî bo hat û pakî xunçey kird
pîredarî hezar sałe û kon
wek nemam taze bû, şikofey kird
dengî eḧsen semay hemû keř kird
melekêk em qisey hebû deykird:
sed hezaran teḧîyet û selewat
bo miḧemmed, şefî’î řojî necat