berxî nêr

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  658 views
nîştiman! qurbanî kanyaw û ziney zenwêrtim
gyan fîday řeşmał û şwan û mêgelî ser bêrtim
kuşteyî kařey meř û berx û bine û hawêrtim
’aşiqî askî çyay bijwên û cwan û têrtim
gyanekem! emnîş be karit dêm û berxî nêrtim
řuḧ fîday sirwey beyananî ’ebîr’amêzeket
dił be qurbanî sirîwey teyre bê parêzeket
gyanekem! řołey eto řêk çaweřêy axêzeket
bîgre baweş le helda pêşmergey hêzeket
pasewanî nawçekanî piř le zêw û zêřtim
her le ser lûtkey çya xemłîwe ta xwarê be guł
herkesêkî berhełistî serbexoyîte be dił
pêy biłê wa mencełî qînî gelim hatote kuł
ey ’ecem! boy derkewe, ey lingiřeşî řût, latequl
xo eger kurdîşe, fermû nahumêdî xêrtim
kê bû wek şêrî jyan xêra le bêşey derpeřî
sîpelakî dujminî kurdî be xencer hełdiřî
areqî katî xebatî qet le esto nestiřî
nîştiman bangî deka ya xwa bijî, her to kuřî
çaweřêy piřdanî tundutoł û herwek şêrtim
herkesê kurd bê û «ziring» bê, çawenořî hel debê
pêşewa û xawen şikoh û qaremanî gel debê
cêgeyî şanazîy û hîway hemû komeł debê
xawenî kanyaw û çîmenzar û baẍ û guł debê
nîştiman emnîş le baẍtida ewa awdêrtim!