beharî taze

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  635 views
wa hat beharî taze, şiney bay şemałe dê
naqûsî jînî piř le hîway kîjukałe dê
qaspey kewî binar û kej û kêw û yałe dê
kotir le ser řewez be gime û nałenałe dê
cîkey mele, heraye, wişey bałî dałe dê
şîn bû zewîy û mêgelemeř řoyî bo leweř
piř bû le kařekařî meřî şîw û deşt û der
şwanan kepenkî tazeyî xoyan deken leber
hełdêne nêw hewarewe kîjan be ciłkî teř
barane, baye, guřeguřî hewrî tałe dê
řêk çîẍ û çadirin dedrewşin le ser çya
wek xałî řeş deçin ke le ser řûmetê dira
řindû le herkiwê ma, kułî firmêskî hełřija
bew bone ça bû xo kułî dił tozê damra
katî heware, qîjeyî kabanî małe dê
dunya wekû beheşte seraser buwe giłûk
xunçe ke destinexurdeye wa bote tazebûk
herkes gułêk be řoḧ nekirê pêy dełên çirûk
katî nemawe kake! xem û ah û nûkenûk
kîjan le gułçinîn û bizey çawî kałe dê
tîpî gułan geyşit û wiłat bû be zêw û zeř
bulbul be coş û kuł le nêwan şew debate ser
şewnim le ser çiłopî gułan kewt û bû be ber
nergis be bergî zerdewe hênawîye xeber
yanî gułałesûre le xwênda şełałe dê
emnîş hejar û diłbexem û çaweřêy peyam
kêhe peyam! peyamî řefîqanî wek biram
pařamewe le xalîqî bûn û nebûn, bełam
herwa be daxewe gileme, her nebû wełam
wêrane mał û ḧał û seday kundelałe dê
xwêndî le gwêswaneyî talarî sewz û sûr
wêranî kird û têk çû, nema koşkî piř sirûr
degřê diłî hejarî «îmamîPen name» wek tenûr
degrî, deřêjê xwênî geşî dił le xwar û jûr
herkiwê deçî le dûrî ewan załezałe dê