pařanewe

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  622 views
segêkî demřeşî bê kełpe, pîr û kułkin û nûzin
desûřê xwêřîye! kołan be kołan, sed kun û qujbin
çiłês û gurgemêş û bê weř û bê pasî herwek min
be karî çî dê yařeb! ẍeyrî bexşîn û qebûł kirdin?
beẍeyrî pet le esto xistin û bo derkî xo birdin!
be to nazîwe ta êsta, petî lesto xe, řaykêşe
egerçî sed şitî mindarî xward wek pêste û pêşe
bełam mustewcbî řeḧme diłî piřderd û piř’êşe
be sersextî jyandit maweyek, boye ciger řêşe
giławe, çî degeł dê? ẍeyrî bexşîn, pîresey kułkin!
segêke gerçî bê pas û weře emma wefadare
be dar moxî derênin, dêtewe berderkî to dyare
le derk wibaneket hełnagrê des, çunke naçare
be berdî şwanewêłeş gerçî endamî birîndare
ke xwardî nanî şwanî, dyare bê qedre segî newsin
biço berderkî xawen xwan û bexşîn, yanî ew zate
ewey xawen zeman û mang û sał û kat û sa’ate
nîye wêne û nezîrî, her heye û her bûşe; îsbate
be hîçê daymenê ta datnenawe em dem û sate
ke topî, bê řewace kilkesûtê, yane pałkewtin
etoş «kamîlPen name»! segî, emma segî bê kar û bê pasî
be goştî pîsî mindar xwardine to wa keř û kasî
be quzzełqurit û derdit bê, zigit wek masî hełmasî
’eceb yanîgrêkî, xawen û bêgane nanasî
nîşanet derkewt, hêndet nemawe bo demî mirdin