kasey betał

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  781 views
serê şorî nebê, kasey betałe
diłê ’îşqî nebê, xirçêkî kałe
ne ew kase debê piř ta qyamet
ne ew xunçe dega taze, meḧałe
xezan lew xunçe da ya xwa be bê wext!
segî tê řî le kasey wa swałe!
serê bê şore, serşoř û kesade
diłî bê xoşewîstî bê be kałe
bisûřên pêy le deştê şwan û gawan!
biła kun kun bibê ew toze xałe!
xerîk bû dił, minîş wek xoy legeł ka
weha kał û kirç, bem sînin û sałe
keçî naga geyştim, bûme «kamîlPen name»
le nêw botey ewîn kesbim kemałe