karwanî neman

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  634 views
karwanî nîstî! tozê sebir teşrîf bere
nêw kejawey diłřifênit cêxewî nazperwere
bo hemû derwêş û sofî, qewm û xwêş, xełkî wiłat
murşîdêkî xoşewîste, řênma wu řêbeře
toxuda serqafłeçî! xêra be řêgada meřo
çał û çołe řêgeket, mandû debê ew diłbere
çû, minîş wa bê wiçan dêm û deçim, bê îxtyar
her deřom pê nagem û biřwane bûme mexsere
her be tenya bo mine řojî qyamet hatuwe
řoj û şew ba her biqûřênim le dûy ew serwere
katî řoynî pîrî me «ẍifranî ayzid» nûsra
şîn û waweylaye, quřpêwane, řojî meḧşere