çawekanim

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  730 views
to nexoş bî jyanî min swêre
çawekanim be lerzeket kwêre
ke deřoy bo mu’alece, axir
diłî ême be şexsê bispêre
çunke korpey diłî hemûman toy
banemeř çû, çi wextî hawêre?
dûr le yek kewtinewe giringe, «’umerPerson»!
tund û tîje, be çeşnî tawêre
herkesî kewte ber, perêşane
degrê wek tifengiçî lew, sêre
wirdupirdî deka be şaławêk
be serîda desûřê wek gêre
gyanekem! mameket be qurbanit
xeberêkî binêrewe, xêre