daxwazî îmdad

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  597 views
nizam bo toye řebbelbeyt! diłim daxwazî îmdade
dezanî ’ebdî xot êstake wa bê toşe û zade
le ser řêgayekî piřtirs û xewf û diřk û dałim min
be lutfî xot bifermû pêm le ser ew cadeye lade
ewa pîr û feqîr kewtûme ewlay bê tifaqî xo
emin kurdêkî bê fêł û ferec, meşhûrim û sade
etoy xawen kerem, ey sifreřengîn! her le to cwane
kerem, bexşîn û çawpoşî le pîr û kwêr û uftade
ewî toy nayete bîr piřxem û derd û meşeqqet bû
kesêkîş toy le bîr bê, ta ebed mesrûr û diłşade
ewî toy çû le bîr, řoj û şewî piřmeynet û derde
kesê wa toy le bîre, xo şewî řoj, řojî e’yade
lebo řawî neyaranî řesûłî xoşewîstî to
«îmamîPen name» kirdye esto qełade, saz û amade