derdî kurd

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  897 views
derdî kurdim girtuwe, çibkem emin?!
teyrî bextim mirduwe, çibkem emin?!
yeknebûn û řêknebûn û lêkpisan
jehrî dûrîm çêştuwe, çibkem emin?!
barî yekcar zor giranî qewmekem
emnî yekcar xistuwe, çibkem emin?!
řîsî çend sałem, teşîřêsî zeman
pêçewaney řistuwe, çibkem emin?!
yeknebûnî dû biray aza û nebez
řêy necatî bestuwe, çibkem emin?!
wa neyarî bedmeseb bo ew duwe
sed pilanî řiştuwe, çibkem emin?!
honerî çend sałeyî pîr, bextekey
hatuwe û lêy nustuwe, çibkem emin?!