basî ser
From the Book:
            Şarî Diɫ
        By:
                Kamel Emami (1903-1989)
        
             1 minutes
             1351 views
        
        
    memkî xiř kirduwe yarim, dû henarî sawan
bê ewey kes desî lê da, geyun bê tawan
kes nełê deszedeye boye weha gewre buwe
ew wite lay kuř û kîj basî sere, ey aman!
serubałan hemû kîjanî wiłat û seyre
bew hemû barî diłane ke heyane neçeman!
serwe bałay gułî min gerçî henarî pêwe
mełê peywende, tikey maçe lewêda, wa man
bo henawî minî piř meynet û xem, derd û beła
bonî ew cûte henaraneye bûne derman
saz û amade, wekû nokerî gwê řadêrim
çawme bendî îşarey ewe, gwêş bo ferman
çaw le çawî debiřim bełkû wełamim datê
gerçî hełnaye ewîş êste le tirs û şerman
gerçî şermêwne, çawî le «îmamîPen name» dagirt
kutî hełnaye le ḧand ẍeyre le tirsî xizman