wekû ferhad

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  636 views
be witarî wekû qend tûtîy şekkerişkenim
be çipey xoş û wiring, bulbulî baẍ û çemenim
bê muḧabane û perwa degeřêm û degrîm
şemî her kořim û perwaneyî her encumenim
gencî teb’im ke lenêw kuncî diła dîwetewe
heme sermaye, şukur xawenî beytulḧezenim
le jyan ger nîye bend destî şikawim, çawim!
çaweřêy xwêndinî yasîn û biřînî kefenim
wekû ferhadPersony be ba çû hemû řenc û karim
bêstûnî xemî dił her be mujan hełdeqenim
serî xoy nawe «îmamî»Pen name wekû mecnûnî hejar
her dełê şêtim û awbirdeyî dar û dewenim