zyaretî serwer

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  714 views
řoḧ ewa kewtote perwaz bo ḧuzûrî diłberim
bênecê esbabî perwazim, ke bê bał û peřim
bo medîne bałî lêk da teyrî dił, řoyî kutî:
ger qebûłim ka, be ałakey segî pêẍemberim
her xeyałim kird biçim bo zyaretî ew serwere
hat nesîmî řoḧperwer, ’etrî ’ûd û ’enberim
ger le jêr çetrî şefa’et řêm nekey çibkem emin?
kwê biçim kwêr û feqîr, naşarezayî meḧşerim
nameyî e’malî min mexwênewe, têyda nîye
yek kelîmey çake, sertapa řeşe xo defterm
nîme ẍeyrî ḧubbî alî to, be alî to qesem
çaweřêy řeḧme «şifî’ alimzinbînArabic»! çawî teřim
wa gerûm wişke le tawî ḧesretî řojî ceza
musteḧeqqî qetre awî zemzemim ya kewserim