ḧesretî dił

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  727 views
le êş û ḧesretî dił wexte bimirim
peř û bał řenge bem řojane bigirim
le hercê dadenîşim çol û hole
meger kundim, ke wa wêrane qebirim?
le nêw kořî edîban efseḧê bûm
keçî êstake wa bê nezim û nesirim
wekû kerwêşkî lanewxiwarim, emma
le pêş çawan bełan wek şêr û bebirim
be ḧîle û fêł û neyreng bûm, ewêstê
çi bestezman û bê efsûn û mekirim
ře’îsî xêłî bê çarane «kamîlPen name»
enîsî mîḧnet û endûh û feqirim
şukur zeyqet hucûmî kirde lay min
ḧedîsî eḧmede (elfeqru fexir)m
mełên bê hîmmete; řîşem le bin hat
ze’îfe taqetim, bê tîne sebirim
bełay lê da jyanî wa bezîllet
çi tał û tûne çawim, ’umrî xidirim
be zîndûyî be karî min nehatin
řefîqanim; meger bimnêne qebirim