eme jîne?

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  701 views
toxwa eme jîne ke weha kewtime şeşder?
řêy çûnederim her be xewîş nayetewe ber
herkes be hewałêk û be sazê le semaye
emnîş ne hewam mawe, ne saz û ne hem awer
xwaye çi telesmêke ke min kewtime nêwî!
çend meḧkem û bê řêgeye wek seddî sikender
e’zam ke be quřda çuwe, zîndanî bełaye
em meskene cêy bêkes û miskîne seraser
her çûme derê, xozge be nawmałê dexwazim
ger dêmewe jûrê, keçî awatme bo der
zû sełtenetim bû, keçî êsta ewe sełtim
caran wekû şa bûm û ewêstake qelender
menfûr û seg û bê edeb û şerim û ḧeyaye
herkes bigirim min, çi be noker, çi be serwer
wexte wekû dêwane we kêwî bidem ewřo
ẍem qûtme, ẍem bergime, ẍem hemdem û yawer