sirwey seḧer

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  729 views
qurbanî tozî řêgetim ey sirwekey seḧer!
ey şareza û bełed be hemû kêw û deşt wider!
katî gizing çya be nesîmit munewwere
řengîn debê le toqî serîřa heta kemer
em řengî zerd û sûre le serřa be lutfî xot
dênî be hedye bo derudeşt katî geştugeř
çeşnî kizey şemał be, were lam be germuguř
wek ahî min mebe, kesekem! hênde sardusiř
baş bom bigêřewe: çîye bas û xeber lewê?
lêre be mergî to xeme bas û xeme xeber!
ême hemû peroş û perêşan û hełweda
wek to henaseserd û seḧerxêz û derbeder
aheng û keyf û şayî û cêjin û sirûrman
nałîn û ax û ḧesret û xwênxwardnî ciger
řojê ke cêjne, katî sirûre, keçî lepiř
degrê bebê muḧasebe, derga be ême şeř
pyawî ciḧêł û pîre le pêş tîrî dujminan
wêstawe bê pena û pesîw, bê zirê û super
xêzan û małî dujminî me, guł deken le ber
xêzan û xawî ême keçî gił deken weser
bermûr û xişił û zêwerî małî me, mûruwe
yaqût û le’le, xişłî jinî wan û zêw û û zeř
heryek be êş û of û be derdêkewe tilayn
heryek le ber xemêke kiz û mat û lał û keř
çawî teřî gele ke debarênê xwênî germ
firmêskî sûryane le cêgey duř û guher
yařebbî! çaweřêy kizebay řeḧmetîn hemû
řeḧmê be agir û kułî dił ke û be çawî teř
bełkû çiro wederkenewe baẍî lawekan
bê sayeban û bêber û bêberg û bêsemer
«kamîlPen name» xudat degeł bê be awatî xot degey
em car be řeḧim û lutfî xuday xawenî huner