beharistan

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  687 views
ewřo behare, seyrî çemen xoşe, xwar û jûr
řazawe baẍ be seru û çinar û guł û çinûr
gya sewz û coge sewz û geła sewz û bêşe sewz
dar sûr û lale sûr û çemen sûr û xunçe sûr
bem sewz û sûre bû diłî ’aşiq ke hełkiza
pişkoy le dił xirawe, desûtê wekû tenûr
nałînî berbeyanî kew û kotrî şax û dax
dengî jyane, gyane be diłda deka ’ubûr
şimşałe, tare, pyanuwe, ger byanû nagrî
saqî kerim ke pyałe, metirse «hu alẍifurArabic»
hatûnewe be cem, kuř û kîjanî diłřifên
herkes ke bê guł û diłe laçê, biçête jûr
zawaye êste bulbul û gułxunçe bûkîye
xawen silûke, kewtuwe lewla, qunewtilûr
kwêstane piř le řaz û nyaz û zimanî ḧał
cêge û hîway ḧuzûrî diłe bote kêwî tûr
lem kate herkesê be xeyał û be bîrî jîn
her bulbule le guł bekułe, mawe bê mişûr
her çaweřêye bełke demê xunçe pêkenê
hełnîştuwe le baẍ û deka zîkirî «ya siburArabic»!
«awatPen name»y daxo kengê becê dê le gułşena
ew şêtupêtî dił bekułî mest û bê şi’ûr