peywend

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  626 views
ey zîbî gułistanim, teşrîfî qedit diłbend!
te’rîfî be çî kem min? serwe û gułî lê peywend
muddêke giriftarî, řeftarî bed û çakim
carê diro, carê řast, ’aşiq be çi bê xursend?
ew qamete ře’naye, bo min ke le des naye
cêgey min û dił naka, sedha diłî lê bû bend
xakî berî pêt, çawim! surmey beserî kwêre
tîrî mujeket fêre, kwêr ka beserim herçend
fermayşî to ça bû, şîrîn û diłara bû
bew lêwe cinêw şekire, bew şêwe kelamit qend
bêçare diłî «kamîlPen name» gîrodeyî xałit bû
bo dane fiřî, zulifit kirdî lepřa derbend