demê bulbulim wa neẍme xwanim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  451 views
demê bulbulim wa neẍme xwanim
demê awdêr û dem baẍewanim
şêt û şeydayî awî xunçanim
letawî leyla sîne biryanim
kewtime hîcran û wa le kêwanim
wa le kêwanim min be micnûnî
bûyte bergî min bergî zebunî
ewa çemîwim wek ḧełqey nunî
kewtime hejarî û daxî nebûnî
boyê wa ẍerqî derd û ẍemanim
ewa şerîkim legeł ẍembarî
bûyte mîratim derdî hejarî
herwa denałim min bebê çarî
kar û pîşey min her bûyte zarî
denałim herwa çaw le giryanim
wekû xunçey guł xoy lêm pêçawe
boyê letawî ḧałim nemawe
bulbulî diłî xiste nêw dawe
hejarî wek min le řêy kujrawe
minîş le řêgay canî cananim
her bemnidałî kewtime nêw azar
zû fikirî birdim dax û derdî yar
wa le her la dê nałey birîndar
min bo nenałim bo perî řuxsar
qabîley nałe û wa le hîcranim
pîşem nałîne derdim girane
ba bebê dengî herwek perwane
deba bisûtêm çunkî sûtane
xełatî ’aşiqan bergî yarane
wa şika samîPen name tîre baranim