min be dax û derdî leyla ta be key bitlêmewe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  448 views
min be dax û derdî leyla ta be key bitlêmewe
yek demê ẍafił nebû dił le fikirî naçêtewe
agirî germî cehennem kê dełê dekujêtewe
kewte zîndanî muḧîbet taze derçû bêtewe
çaweřêy jînî meken hîç taze derçûbêtewe
wa denałênê ke bulbul ḧesretî bo guł deba
axî xunçey wa le diłda hełmetî bo çił deba
çunkî xew merge ḧeqîqet ger beyan ẍafił neba
ku detanî mey demê xunçe û be tundî dił deba
řaybikêşêtin bezułfan ḧepis û bîbestêtewe
her wekû tendûrî germe ew diłey piř coşekem
boyê wek mecnûn le kêwan řoyî fîkir û hoşekem
xom dezanim min le daxan řoj û şew çî noşekem
çendî cizya xom biłêm min herkeme ey şoxekem
bew zimaney çon dewstê nabê xobîbřêtewe
çeşnî derwêşî le tekye û sofîyanî xaneqan
za’îd û sofî û ewanî dił dełêşt zor besan
şurteyî dergey zuḧak û nobeçî ser’aşiqan
zor betûndî da’enîşî to le textî xwênřijan
hełdekêşî nîzî mujgan xwênî lê detkêtewe
ya wekû derwêş lebo xom her le gund û şarekan
miḧnet û derdî henawim her legeł bê çarekan
bas bikem ba derd û janî û zîlletî xwên xwarekan
kê detanî derdî ’îşqî çare katin yarekan
wextê xurşîd perçemî tay pakî hełdestêtewe
kes nełê ’aşiq detirsê katî dête ser selîb
’alemêk pakî dezanê her ke yarêkî necîb
ḧukmî xinkanîş bidatin xoyetî derd û tebîb
yadî kird derdî henawim win bibê û karî řeqîb
ewca beqaqa û řûbeřwî yar heynê dił dekirêtewe
bergî xwênînî lelay yar wa lebo min hatîye
řoḧ bekêşan řazî nabê yar nebînê ’asîye
key demêk lutfî hebû yar ew demey çî zanîye
bimre samîPen name her be xende mirdinîşt şadîye
bigrî dûřu bo nemîmtan małî ba kor bêtewe