hejarî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  323 views
yaxwa hejarî sed car biřûxêy
çend diłişkênî bê tam û bê xêy
zigit nasûtê be ademîzad
bo mêşk têkdan her wekû duxêy
***
naxoşî biřwa û cerg û gyante
cehenem lenaw cerg û bante
xurk û îsqayî pîskî û giřwetî
wa leser kewł û sifre û xwante
***
samêkî nakey le mêjûy însan
yekêtî dekey legeł kak şeytan
bo mêşk dizî û xoşî fiřandin
ya xwa lêt bida le’netî yezdan