her wam dîwe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  317 views
ewî biřwa ka û bîrî kiřaye
her wekû aşî aw lê biřaye
mełên le pêşan xebatkerê bû
le bend û lêdan zigî diřaye
êsta bîbîne xawen xezêne
mêşkî let let û çon heł ziřaye
pêşan wek leq leq, qirte qirtî bû
detgo liẍawey hełpiçkiřaye
meramî gu bû her zig piřkirdin
boye le mêjû samî nemaye