nawend

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  314 views
ne şerqî bî ne ẍerbî, debê wek řêwî geř bî
wek çeqełî mirîşk xor, bê lan û birsî û geř bî
biçî bo masîgirtin, debê qunî her teř bî
ger bitewê netkujin wekû marî le şeř bî
řoj’awa û hełat nebî, nabê le beḧir û beř bî
le beynî dû şêrî neř, dar û berd û meř meř bî
ger şwan û gurg nebî, debê wek bizin û meř bî
be fîkirî samî waye, le nawendî têpeř bî