wekû mecnûn le taw leyla le seḧram û le kêwanim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  375 views
wekû mecnûn le taw leyla le seḧram û le kêwanim
gehê giryan û zarîme ke carcarîş le xendanim
çi ḧałêke le min řûy da leber çî min perêşanim
le dawî zulfî tatame lenaw ḧepsî zenexdanim
lebî sûrî be xende ta bederxa me’denî yaqût
ke dû ḧełqe wekû pişko ke çespawe le dû bazût
be ser baẍî îremda dił heławasra wekû harût
le cûłey ejderî dûdû le dû la min byabanim
wekû agir ke řûy toy dî heławsawe lebo cengî
le sêdarey zulf besye ’ezabî min heta kengî
temat waye selîbim key nezanê kes be bêdengî
be berzîş min dełêm hawar nîşaney tîrî mujganim
le pêşî zulfî çînçîn û minîş wek wî syařengim
wekû ew ḧazirim yare le řîzey leşkirî cengim
ewa qurbanî bałat û fîday lêw û demî tengim
le dewrî mem desûřê dił wekû bulbul le baẍanim
wekû ferhadî bo şîrîn be řoj û şew dekem zarî
le dawî ta denałênê diłî bêkes be bê çarî
ẍerîbêkî wekû min boç ke kes nayê be hawarî
gunahe memkuje cane lebo to sîne biryanim
zulf ḧełqey eda yaran be pêç pêçe wekû ’eqreb
ewa nêrgiz xecałet bû be dû çawî wekû kewkeb
çi dînêke ke girtîtit legeł min wa be bêmezheb
wekû ye’qûbî bo yûsif be řoj û şew le giryanim
ke firmêskim le çawan dê le tawî to wekû cobar
bike řeḧmê be ḧałî min ḧebeş xałî perîy řuxsar
egerçî xo mesîḧayî le ’îşqî to minim duçar
ḧełałe kuştinî minî lat be tuhmey musłimanim
řeqîb pêy zanî ew kare be napakî û be şeytanî
çi çare û řêy nebû kafir îtir hesta be edyanî
le yek torayn min û leyla ke ḧukmî da be xinkanî
minî bêkes be yexsîrî ke neyzanî le kurdanim
kesî wek min ne şêwawe perêşan bê le şarî ko
îşarey min deka car car diłim xoş ka be dû ebro
dełê zarî meke samîPen name ke nêzîkî lebo şewbo
meřêje û hîç menałêne bimênê her le dawanim