wekû gutim wa bû

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  334 views
xał leser kułme û dem teng û lêw sûr
gerdenî sipîy safî wek belûr
çawî piř naz û kemanî ebrot
gencêkî xote xwa pêy dawî xot
zulfî ’enberîn dejê daw be daw
wa hatîte xwar wek awrîşmî xaw
leser řûmet û çawî piř nazit
le baẍî sîne û memî diłxiwazit
min musteḧeqim zekatî cwanî
be min bibexşe bo xot ezanî
her mujey xote ke cergî biřîm
řewzey sîneket diłî lê kiřîm
herçendî cwanî û kiçêkî jîrî
lêqewmawî tom hejar û pîrî
diłî dagirtim ’îşq û nałey to
ew pêkenîn û çawe kałey to
befir mergewer bitawêtewe
samîPen name le dergat bilawêtewe