bo diłî min piř ẍeme wa da’îma zarî deka

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  289 views
bo diłî min piř ẍeme wa da’îma zarî deka
wa lecêy bab û birakem pişt û serdarî deka
dem lecêy keyf û sefaye, dem wekû qute le bom
namrê dił şêtuşûre boyê bê’arî deka
yarî tenganem ẍema min, lêmgeřên ba ẍem bixom
saḧêbî ’ehd û wefaye yare ẍemxiwarî deka
wek mu’elîm ders ełê pêm ḧał û bêḧałîm dełê
xoşî deyzanê nexoşîm yare, ew çarî deka
sed hezaranî wekû min kewte jêr xak ax le dił
eşkî çawanim leboyê řengî mirwarî deka
dił birîndarî ’ezîzan çî dełê qewlî ḧekîm
şîwen û firyadî yar û girtyetî ḧarî deka
wa esûřê çerxî dewran wa mezane samîPen nameye
dête meydanî ḧeqîqet meylî řeftarî deka