çi ḧałêke le min řûyda leberçî min perêşanim

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  282 views
çi ḧałêke le min řûyda leberçî min perêşanim
le dawî zułfî tatame lenaw ḧepsî zenexdanim
be ser baẍî îremda dił heławasra wekû hařut
le cûłey ejderî dûdû ke bêhoş û byabanim
temat waye selîbim key nezanê kes be bêdengî
be berzîş min dełêm hawar nîşaney tîrî mujganim
le layek ẍebẍebî narinc legeł xunçe ḧeşryane
le layê nałeyî bulbul legeł xunçey lebaẍanim
ẍerîbêkî wekû min bû ke kes nayê be hawarim
leberçî demkujî cana lebo to sîne biryanim
çi dînêke ke girtîtit legeł min bo be bê mezheb
wekû ye’qûb lebo yûsif be řoj û şew le giryanim
egerçî toş mesîḧayî le ’îşqî to minim dûçar
le lat ca’îz bû kuştinî min be tuhmey wey musłimanim
tewella bû le min leyla ke ḧukmî da be kujranim
le yexsîrîy minî bêkes ke kurdêkî herasanim
dełê zarî meke samîPen name kenîzêkî lebo şewbo
sebaxemla be perdaẍî lebo yar û ’ezîzanim