beynêke diłim kewtuwe wa pîr û xeřoye

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  273 views
beynêke diłim kewtuwe wa pîr û xeřoye
řojî wek şewî tarîk karî her demeřoye
çi negbet û dawêke ke min gîrî kemendîm
ateşî ’îşqe diłim ya kizb û diroye
bêçare le seḧra û çyada wekû mecnûn
her cêge deçim dête nezer se’etî toye
ey cehle ’elîm sersere bo temî weḧşîyet
wesfî be çakî ewwełî îxtyarî le toye
çatir ḧekemî herdeme emirit be ḧeqîqet
kirdit û bexşît be beşer erz û ew şet û coye
bêsnûr nîye bûnî de bibîne ke le sed cê
axrî jîn dêt û debînîn mirdinî boye
erz wekû beḧir û řoḧî bêçare xefîfe
be çeşnî bulbul kewa lenaw çengî hełoye
řeḧmê bike bew bendey bêçare û mezłûm
bo to şuteye calcalukeyşî ke tepoye
samîPen name be giryan û be fîẍan řû bike me’bûd
řawçîy ecel kewtîte dwat mamzî toye