bew egrîce daw be dawe bo toye cergim sûtawe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  246 views
bew egrîce daw be dawe bo toye cergim sûtawe
baweř ke ḧałim nemawe ’eqił û hoşim lê şêwawe
wextî dê hełdênê çawan zułfî tata û daney dawan
le dest û pêy minî bê çar be ḧelqe û pêç pêç aławe
ke aławe le gerdenim kujrawî dû çawit minim
zułfî xawit bo celladî ḧelqe ḧelqe û daw be dawe
le ḧepis û kemendit takey bo lay min bo meyl nakey
bizanî samîPen name kujrawe le zîndan û ḧepsî mawe