bo ferîbî ’aşiqan û cezbî dił wa mahîrî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  435 views
bo ferîbî ’aşiqan û cezbî dił wa mahîrî
řenge şagirdît biken mîhter û nesim û samîrî
çunke hawçeşimit le îqlîmî melaḧetda nîye
sa wekû xusrew hemîşe lê de kusî nadrî
her wekû řuḧ û diłî dûrî le pêş çawim dełêy
lew diłey piř derd û mîḧnet wa be da’im ḧazrî
ger be xencer pare parem key le řêga dambinêy
dest le to hełnagirim her tom le xełqî çatrî
kafrîş řeḧmî be yexsîr û zelîlî xoy deka
sa were řeḧmî be ḧałim ke eger çî kafrî
bextî ew ustade sûtê dersî sîḧrî pê witî
wa ke toy berdayte gij ’alem be mekir û saḧîrî
kurdî lêt bê sed emane her ke êmeşew cum’eye
ta sibeynê qet mebe ẍafil le zîkirî qadrî