seḧra řengîne bezme le yaran

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 2 minutes  260 views
seḧra řengîne bezme le yaran
xunçe demî da lenaw cobaran
wa çetrî heł da gułî henaran
werne temaşay fesłî beharan
biçîne baẍ û naw lalezaran
demê bo xoşî û guşadî diłan
lenaw wenewşe û gułî sumbulan
gwê le qaqa keyn lay kemer şilan
leylayî nałe û zarî bulbulan
çon deçrîkênin bo biřîndaran
derdî girane mełên hasane
dił da’îm le jîn her herasane
’îlacî nakirê ta be luqmane
dermanî bulbul xunçey baẍane
’aşiq her demrê le dawî yaran
. . . . . . . . . .Missing
ewanî bendin le bextî kunî
çûyne jêr çengî şêrî nebûnî
bend û zincîrin le bextî kunî
way dagîr kirdin çerxî gerdûnî
pêyan bigutrê ẍerîbî şaran
. . . . . . . . . .Missing
bazarî bikeyn ya be xamoşî
lebatî şeřab be xem serxoşî
bergî nałînî têk řabpoşî
bê beşî xoşî û bê feramoşî
her le ẍem noşî tîrî salaran
bo yek biřêjîn firmêskî çawan
hetakû mirdin bo zułf xawan
deba bisûtên bê sûç û tawan
mecnûn û bulbul esîrî dawan
samîPen name ẍerîb û çînî hejaran