bo dił diz û bê řeḧmî bê şerim û bê ḧîcabe

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  273 views
bo dił diz û bê řeḧmî bê şerim û bê ḧîcabe
celladî minî bê kesî wa xane xirabe
zułfî wekû dupşike leser sefḧeyî kułmey
bê hoşî ewe boçî dełên mestî şeřabe
zułfanî wekû ejderî cengî le qedîda
ey şîrîne mirwet ke legeł min be beqa be
mujganî wekû tîrî le cergî minî bê kes
gîr kirduwe wa tîje dełêy çengî qulabe
samîPen name ke kujrawî mijeyî toye beła toş
xot zîlletî bedkarî bese hełgire labe