sed keřet ḧaşa bikey lêm her be xot yarî minî

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  304 views
sed keřet ḧaşa bikey lêm her be xot yarî minî
xwên girî min her be xotî çendî xwên xwarî minî
tîrî mujganit le cerge kê gutî bo lêy dedey
çunkî luqmanim be xotî yar û eẍyarî minî
řoj û şew dił wa lelate key gutim bo kwê deçî
toy tebîb û derd û derman çendî azarî minî
her wekû perwane be dił ’aşiqî řûy lalete
çon detirsêtin le sûtan şem’î dîwanî minî
çînî zułfanî dejênê çend be «same» ’aşiqan
car ’ezîz û carê yusif carê bedkarî minî