bese xurşîdî řuxsarit be perçem wa meşêwêne

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  264 views
bese xurşîdî řuxsarit be perçem wa meşêwêne
ewa dê eşkî xwênînim wekû sîrwan û qezwîne
ke şêwawe diłî bulbul le tawî xunçeyî toye
leber lomey řeqîbanim le řêy xwa řût mesûřêne
wekû perwane bê dengim kesê nazanê ḧałî min
eger carê bikey yadim hezar carim bisûtêne
hezaran ’aşiqî bê çar ke sûtawe le pênawî
diłîş perwaneyî řûte ke win bû bê ser û şwêne
leber derga newesta bom ḧewałey kird mijey xwênřêj
be cûtê hat le cergî dam ke agir hat le cêy xwêne
le awî ateşî dił bû îtir westa gutî yařeb
gunahî ew hejaranem be tobey lê bişorêne