perçemî tata leser řûy ḧelqe ḧelqe dête xwar

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  349 views
perçemî tata leser řûy ḧelqe ḧelqe dête xwar
lew gułistanî tebî’î xaw û xunçe û lalezar
xoy be řengêkî dejênê perde û pêçey nîye
xendeyî dê her be qaqa dem dewênê car be car
çon debêtin sebrî ’aşiq řû be řûyî yarekey
bo wekû bulbul nenałê dił le tawî bê qerar
zor bebê şerim û ḧeya hat sîḧrî ’îşqî xiste dem
ta diłî bê kes bibestê marî zułfî hate kar
penceyî sûrî le xwênî wek deba bo sînekey
bendî suxmey kirdewe ta bom be derxa dû henar
şil teř û nask le řengî her wekû xunçey henar
to ke natanî binořye sin’etî perwerdîgar
dił ke natanî bigořî ta nexesmabê le lêw
xwa me’în bêt û řesulî yarîdeyî her çar yar
ẍeyrî muḧîbet weramêkim nîye bo mahî řû
her muḧîbî yarî xomim xom ke nakem şermezar
’amîlêkim min feqîr û zor hejar û derdedar
wa zemîn tenge lelay min bê kolane û bê hewar