kiraseket kitan çîne bo toye dił wa ẍemgîne

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  528 views
kiraseket kitan çîne bo toye dił wa ẍemgîne
heta key ḧesret hełkêşim ser biłind ke xway bibîne
heta key ḧesret załme wa dûrî to îqbałme
key pirsît bo denałênî řoj û şew giryan ḧałme
řoj û şew giryane ḧałim wekû mecnûn bê îqbałim
çaweřêy namey wefatim key bom dênê bay şemałim
samîPen name nizîke hat beyan, demirin řeqîb û lomeyan
fîkirî ẍemxiwarît nemînê, řeqîb her wane bê ḧeyan