çûme naw baẍan le fesłî behar

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  341 views
çûme naw baẍan le fesłî behar
kiçêkim dedî lenaw lalezar
dest le baweşî darî erxewan
demî le qaqa, giryan car be car
***
gutim ey kiçî taze nazenîn
bo dem degrîy, dem le pêkenîn
gutî lêm geřê ey pîrî mecnûn
meykulênewe ew diłî ẍemgîn
***
ey xulq xoşî kiçî yaranî
boçî dem xende û dem le giryanî
basêkim bo bike le ḧałî zarit
ta pêkewe hestîn lebo dermanî
***
ey şêt û şurî pîrî hîç nezan
’îlacî kanî derdî bê derman
wazim lê bêne ba her bigrîm
’îlacî nakirê be ẍeyrî giryan
***
firoşay be pîrêk piştî çemîwe
řû girj û tirşî çî wam nedîwe
key dîn wehaye kiçî newcewan
bidrê be pîrê kewa řizîwe
***
ey kiçî şilî taze newcewan
’adetî pîse û mawe le bawan
elḧeq dîn nîye wa kirdyan be dîn
kiçyan bifroşin wek ker û ḧeywan
***
to megrî megrî ey newbehare
gelê wek min û to wa giriftare
dest ken be xende be xo be samîPen name
řeqîb bo mirdin wa întizare