be řoj û be şew karim giryane wekû mecnûnî bûm be dêwane

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  320 views
be řoj û be şew karim giryane wekû mecnûnî bûm be dêwane
le hîcrî leyla wa le ẍerîbî her denałênim pîşem giryane
dił le jînî xoy wa herasane ew derdî sere boçî jyane
le daxî řeqîb cergim sûtawe derdî řeqîban gelê girane
kewtime naw zar û derdî řeqîban ba her binałim legeł ẍerîban
xoşîm girîne, giryane xoşîm le derdî dû řûy bê dîn û îman
daym le zarim ewa le şînim çendî le azar û çendî ẍemgînim
min le ’îşqî to çendî binałim hengîn guşad û dełêm zengînim
samîPen name řeqîban peşme lelaman bome nałîne serwet û saman
gence gedayî ḧuř û serbexo bo řojî cezaş ême û xudaman