xwên řêjanî yarekey min pêkenîn û xendeye

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  344 views
xwên řêjanî yarekey min pêkenîn û xendeye
řengî xwênî minî ẍerîb wa le dest û penceye
xełqî dekujrê be xencer min be tuhmey ’îşqî yar
xwên giruhem xwên řijênim yar nebîtin kê heye
saḧîr û ’eyyarî yar wek mîhterî babanîye
perçemî bo girtinî dił daw be daw û ḧełqeye
ta nekewtime dawî zułfan û kemendî yarekem
teyrî seḧra çon dezanî dane xałî kułmeye
aftabî řûyî bipoşê teyrî dił bo kwê deçê
şew lebo mecnûnî bê kes piř fîẍan û fîtneye
ceyşî zułfanî leser řû çîn be çîn wa dête pêş
dengî salarî mujanî hate hat û hey heye
çend be «same» dête tedrîb mexsedî esłî çîye
leşkirî řom û feřengît, bo hejarî wek meye