minit kuştuwe be derdan hêşta pêm biřwa nakey

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  350 views
minit kuştuwe be derdan hêşta pêm biřwa nakey
çend bê dîn û bê řeḧmî carêkî řûm tênakey
be xwa bê bextî dekey, carêkî řûm tênakey
yaxwa ahim bitgirê wek diłî min xoş nakey
bebê tirs pêm dego řû ahîney eresto
kuştimit bebê dînî êsta bo ḧaşa nakey
boçî le xwa netirsay be xwên řêjî min hestay
be qisey mergewerit kird ew bê dîn û bê bakey
bo qezas û pîrit bûm daym çawedêrit bûm
keştî tofanit řoyî ta keynê yadî nakey
ẍeyrî awî xunçey guł bo kes naxwênê bulbul
xunçekerî yan larî samêkî le xwa nakey